Li Duhokê 3 kesên nû bi vîrusa Korona ketin
Li bajarê Duhokê jî pêketina 3 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Duhokê jî pêketina 3 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatin tomarkirin.
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Duhokê 5 haletên pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.
Wezaretê diyar kir, ew her sê ji malbetekê ne ku jin û mêrekî 31 salî û zarokê wan ê 10 salî ye, ji Brîtanya vegeriyabûn û di kerentînê de bûn.
Her îro jî, 5 haletên nû yên pêketina bi Korona li Hewlêrê hatibûn tomarkirin. Bi awayî li gor amarên fermî, heta niha li Herêma Kurdistanê 288 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane.
S. B