Tenduristiya Hewlêrê hişyariyê dide: Korona derbasî nava civakê bûye
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê hişyariyê ji belavbûna vîrusa Korona dide û radigihîne, niha vîrusa Korona derbasî nava civakê bûye, ji ber wê divê welatî xwe biparêzin û li malê bimînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê hişyariyê ji belavbûna vîrusa Korona dide û radigihîne, niha vîrusa Korona derbasî nava civakê bûye, ji ber wê divê welatî xwe biparêzin û li malê bimînin.
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di konferansekî rojnamevanî de ragihand, di çend rojên bûrî de hejmara pêketiyên bi Korona li Hewlêrê zêde bûye, ew jî bi sedema danîna 2 şîniyan li taxeke Hewlêrê bû.
Aşkere kir, heta niha li Hewlêrê 138 kes bi vîrusê ketine, ji nava wan 20 kes baş bûne û vgeriyane malên xwe, 118 nexweş jî li nava nexweşxaneyên Hewlêrê ne.
Dr. Dilovan Mihemed amaje bi wê da, heta niha 4 nexweşxane li Hewlêrê ji bo çareserkirina pêketiyên bi vîrusa Korona hatine dabînkirin.
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, niha virus derbasî nava civakê bûye, ji ber wê pêwîst e welatî xwe biparêzin û li malê bimînin.
Ev daxuyaniya Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê di demekê de ye, pêr 18, duhî 41 û îro 5 haletên pêketina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatin tomarkirin, piraniya wan haletan jî ji pêketiyên her du şîniyên li taxeke Hewlêrê hatibûn danîn vegirtine.
S. B