Nêçîrvan Barzanî pêdaçûnê derbarê dawî pêşhatên nexweşiya Korona de dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Navxwe, Wezîrê Tenduristiyê û parêzgaran re pêdaçûn di derbarê dawî pêşhatên nexweşiya Korona de kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Navxwe, Wezîrê Tenduristiyê, parêzgarên hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û serperiştiyên herdu îdareyên serbixwe Germiyan û Raperînê de, pêdaçûn di derbarê dawî pêşhatên nexweşiya Korona de kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêwendiya telefonî de bi aliyên berpirs re, dawî pêşhatên belavbûna vîrusa Korona û rêkarên hikûmet û aliyên pêwendîdar ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrusê guftûgo kir û li ser rewşa parêzgehan û herdu îdareyên Germiyan û Raperîn û birêveçûna karên wan û pêwîstî, kêmanî, bandor û ziyanên vê nexweşiyê li ser jiyan û guzariyên welatiyên Herêma Kurdistanê pirsî.
Herwiha spasî û destxweşî li herdu wezaretan Navxwe û tenduristî, parêzgeh û îdare, bijîşkan, karmendên tenduristiyê, Pêşmerge, Asayiş û tevahiya hêzên navxwe, karmendên deriyên sînorî û firokxaneyan kir, ku di rûbirûbûna nexweşiyê de beşdar in û her hewlekê ji bo kontrolkirina wê didin.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya welatiyan kir, ku pabendî rênimayên xweparastinê dibin û daxwaz kir, hemû kes bi pabendbûnê berdewam bin û hevkariyê bi hewlên hikûmetê re bikin, ji bo rêgirî li belavbûna zêdetir a vê nexweşiyê bê kirin. Tekez kir jî, ku rêkar, rênima û pabendbûna welatiyan heta niha encamên baş dane û hêvî xwast, ku bi hevkariya hemû aliyan ev rewşa dijwar derbas bibe.
S. B