Daxwaza hevkariyê bi hejarên Rojhilatê Kurdistanê re tê kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de, hejarî û vîrusa Korona gefê li jiyana xelkê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de, hejarî û vîrusa Korona gefê li jiyana xelkê dike. Çalakvanên sivîl daxwaz û tikayê ji xelkê dikin, ji ber metirsiya Korona li malên xwe bimînin, lê bixwe jî dizanin ku mana li malê barekî giran datîne ser milê hejar û kêmderametan, ji ber wê li bajarê Sinê kampîna “Sineya Serbilind” ji bo komkirina pêwîstiyên xelkê hejar û xizanan destpê kiriye.

Çalakvanê sivîl Muxtar Zîraî ji K24ê re got: “Piştî hatina vîrusa Korona, ku bûye petayeke cîhanî, mixabin piraniya malbatan heger çi rojê kar nekin, nanê wan nîne bixwin. Yek ji baştirîn rêkarên rêgirtina li belavbûna Korona, mana li malê û derneketina derve ye, lê piraniya xelkê heger ji malê dernekevin, nikarin nan peyda bikin. Em hejmarek ji çalakvanên sivîl û xwexwazên Kurdistanê, dixwazin alîkariyê bi wan malbatan re bikin û heta tiştê ji destê me bê dikin”.

Di rewşa niha de, hejmara bêkarî û hejariyê li Rojhilatê Kurdistanê bi berawirdkirina bi deverên din ên Îranê zêdetir e. Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Îranê, piraniya xelkê 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê karker, kolber û destfiroş in, anku tiştê dikeve destê wan, tenê têra roja wan dike.

Çalakvanên sivîl daxwaz ji sermayeder û dewlemendên Kurdistanê dikin, hevakariyê bi kampîna wan re bikin û êdî welatî tenê bîr li xweparastinê bikin û bi xema nanê xwe nexwin.

Welatî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê du kampînên bo dirustkirina maskan û lepikan ji aliyekî ve û dabînkirina xwarina rojane ji hejaran re ji aliyekî din ve ragihandine.

Berpirsên xwecihî yên parêzgehan jî venaşêrin, heger kesên sermayeder û dewlemend hevkariyê bi çalakvanan re nekin, dê rewş xiraptir bibe.

 

 

S. B