Li 11 taxên Hewlêrê pişkinîn bo hevwelatîyan dihêne kirin

Nûçegehana Kurdistan 24 ragehand, evro tîmên Tenduristîya Hewlêrê li 11 taxan, pişkinîn bo hevwelatîyan dikin daku diltenah bin ji berkevtîyên wan kesên çûne herdû şînî yên taxa Karêzan.

K24- Hewlêr

Nûçegehana Kurdistan 24 ragehand, evro tîmên Tenduristîya Hewlêrê li 11 taxan, pişkinîn bo hevwelatîyan dikin daku diltenah bin ji berkevtîyên wan kesên çûne herdû şînî yên taxa Karêzan.

Dr. Serheng Celal, rêveberê xweparêzîyê li Rêveberîya Giştî ya Hewlêrê bi Kurdistan24 ragehand: Heya niha zêdetir ji 300 nimûneyên pişkinînê hatine wergirtin ji rûniştîvanên taxa Karêzan.

Ragehand jî: Evro pilan hatîye danan ku pişkinîn bo tevaya berkevtîyên berkevtîyan bihêt kirin daku rewş ji jêr kontirolê dernekeve.

Amaje bi wê yekê jî kir, li gor hejmara tûşbûyan biryara kerentînekirina taxê dihête dan.

Dr. Serheng Celal got jî: Ew hejmara mezin a hatîye ragehandin ji tûşbûyan , ew bûn ku em li dûv wan digerîyayin, xelik jî hevkarên me bûn bo vedîtina wan kesan.

Bi sedema danana dû şînîyan li taxa Karîzan, 82 kes li sinûrê parêzgeha Hewlêrê tûşî Koronayê bûn. Bi vê yekê jî hejmara tûşbûyan li Hewlêrê gehişte 138 kesan. Li vê hejmareyê jî heya niha 20 kes çêvebûn e û vegerîyane malên xwe.