Zelalkirinek ji Fermangeha Mêdya û Zanyarî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê

Fermangeha Mêdya û Zanyarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, di zelakirinekê de, ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, bersiva malpereka Îranî dide.

K24- Hewlêr

Fermangeha Mêdya û Zanyarî  ya hikumeta Herêma Kurdistanê, di zelakirinekê de, ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, bersiva malpereka Îranî dide.

Di wê zelakirinê de hatîye, daxwaz ji berpirsên malpera Boltin Niyoz û ewên li pişt perdeyê ve wan dizivirîn in, di evê rewşa dijwar de ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê ku cîhan û ev dever vegirtîye û Komara Îslamî ya Îranê jî bi tundî mijûlî şerê evê Vayrosê ye, bila mijarên wan bo xizmeta berjewendîya giştî û akincî û aramîya deverê be.

Cihê daxê ye, demeke malpera Boltin Niyoz a Îranî berdewam e ji helbestina direwan û belavkirina mijarên dilreşane li dijî Herêma Kurdistan ku dûr in ji rastîyê û ti binema nîne. Dawî mijara wan ya helbestayî, şiroveyeke ku dibêjin bi hevkarîya Serok Barzanî û serkirdeyên Sunneyan mijûlî danan bingeheka serbazî ne li Herêma Kurdistanê û deverên Sunneyan.

Em di demekê de ku tevaya evê raportê red dikîn û bi direw derdixînîn, daxwaz dikîn ji berpirsên malpera Boltin Niyoz û ewên li pişt perdeyê wan dizivînin, di evê rewşa dijwar de ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê cîhan û dever vegirtye û Komara Îslamî ya Îranê jî, bi tundî mijûlî şerê evê Vayrosêye, bila mijarên wan bo xizmeta berjewendîya giştî û akincî û aramîya deverê be. Îraq welatekê serbixwe ye û li gor berjewendî yên xwe biryarê dide û wî pêwîstî bi wê yekê nîne xelekek li derve ya sinûrî ve li gor û vîyana xwe wî araste bike. Hebûna hêzên Hevpeyman li Îraqê di çarçove ya rêkkevtin û lêktêgehêjtina hikumeta Fedral û hêzên hevpeyman de bûye. Lew çawaşekirinên van core malperan tenê nîyeta gêleşokîyê û fitneyê li pişte.

Fermangeha Mêdya û Zanyarî

Hikuemta Herêma Kurdistanê

7/4/2020