Hizbulah êrîşên xwe li dijî Amerîka radiwestîne

Mîlîşyaya Hizbulah a Iraqî çalakiyên xwe li dijî hêzên Amerîka li Iraqê radiwestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyaya Hizbulah a Iraqî çalakiyên xwe li dijî hêzên Amerîka li Iraqê radiwestîne.

Yek ji serkirdeyên Hizbulaha Iraqî bi navê Ehmed Besrî ragihand, ji ber berdewamiya vekişandina hêzên Amerîkî ji binkeyên serbazî yên Iraqê, wan êrîşên xwe rawestandine, lê di haleta amadebaşiyê de dimînin.

Di demên bûrî de, çendîn caran binkeyên serbazî yên hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî lê bûn, rastî êrîşên mûşekî dihatin, hejmarek ji serbazan jî hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Çend roj in, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ji hejmarek binkeyên serbazî yên Iraqê vekişaye, ji wan jî binkeya Qaim li ser sînorê Sûriyê, binkeya K1 li Kerkûkê, binekya Qeyare li Neynewa û binkeya Hebaniyê li Enbarê ne.

Li ser vê yekê jî, Peyvdarê Hepeymaniya Navdewletî Myles Caggin ji K24ê re ragihand, niyaza vekişandina hêzên wan, dubare bicihkirina hêzên wan li ser xaka Iraqê ye.

 

S. B