Li Kolaco 2 Pêşmerge şehîd bûn
Li nahiya Koleco ya başûrê Silêmaniyê di encama êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge de, 2 Pêşmerge şehîd bûne hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nahiya Koleco ya başûrê Silêmaniyê di encama êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge de, 2 Pêşmerge şehîd bûne hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin birîndarkirin.
Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, şeva bûrî li nahiyeya Koleco ya ser bi Kalarê ve çekdarên terorîst ê DAIŞê êrîşî hêza Pêşmerge kirin û şer di navber hêza Pêşmerge û çekdarên terorîst ê DAIŞê derketiye.
Da zanîn jî, di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge şehîd bûne û hejmareke çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin û birîndarkirin.
Çekdarên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dibînin û êrîşî ser hêzên Pêşmerge û welatiyan dikin.
S. B