Li Diyarbekirê di teqînekê de 5 kesan canê xwe jidest dan

Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê di karkerên daristanê de mayîn teqiya, di encamê de pênc kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê di encamê de pênc kesan canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Pasûrê devera gundê Şawişanê, di encamê teqînekê di karkerên daristanê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, mayîna ku hê berê hatibû bicîhkirin, di dema derbasbûna otombêleke karkerên daristanê de hatiye teqandin.

Parêzgariyê da xuyakirin, piştî teqînê li deverê operasyon hatiye destpêkirin.

Heta niha tu aliyekî berpirsiyariya teqînê wernegirtiye ser xwe.

 

S. B