Li Hewlêrê 14 kesên nû bi vîrusa Korona ketin
Li bajarê Hewlêrê pêketina 14 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatine tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Hewlêrê pêketina 14 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatine tomarkirin.
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 14 haletên pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.
Wezaretê diyar kir jî, ew peketî 9 jin, 4 peya û zarokekî ne û hemû jî virus ji pêketiyên herdu taziyayên taxa Karîzanê vegirtine.
Du şînên miriyan li taxa Karêzanê hatibûn danîn, piraniya haletên pêketina bi Korona li Hewlêrê hatine tomarkirin jî, vîrus ji wan herdu taziyan vegirtine.
Li gor dawî amarên Wezareta tenduristiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 303 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane.
S. B