Ruhanî: Îran dikeve qonaxa herî dijwar

Serokê Îranê Hesen Ruhanî radigihîne, ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona, welatê wî dikeve qonaxeke nû û daxwaza qerzeke awarte ji Sandoqa Nextîneya Navdewletî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê Hesen Ruhanî radigihîne, ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona, welatê wî dikeve qonaxeke nû û daxwaza qerzeke awarte ji Sandoqa  Nextîneya Navdewletî dike.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî di civîneke hikûmî de ragihand, ji roja Şemiya bê ve welatê wî dikeve qonaxa herî dijwar a rûbirûbûna vîrusa Korona, ku dê dest bi karên aborî li parêzgehan û rûbirûyî Korona jî bibe.

Ruhanî diyar kir, ev qonaxa nû ya rûbirûbûna vîrusa Korona, pêwîstiya wê bi hevahengiya gel heye û tekez kir jî, desthilat bi tenê nikare hemû welatiyan qedexe bike ku ji malên xwe dernekevin.

Li gor dawî amaran, li Îranê hata niha nêzîkî zêdetir ji 62 hezar kesî bi vîrusa Korona ketine û nêzîkî 4 hezaran jî canê xwe jidest dane.

Herwiha Ruhanî daxwaz ji Sandoqa Nextîneya Navdewletî kir, bi erkê xwe rabe û qereke awarte biqasî 4 milyar ji bo rûbirûbûna Korona Dolar bide welatî.

 

S. B