Xêrxwazên Mehabadê nexweşxaneyekê ava dikin
Xwebexş û dewlemendên bajarê Mehabadê hewlên xwe dikin ji bo rewşa bajêr ji kontrolê dernekeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwebexş û dewlemendên bajarê Mehabadê hewlên xwe dikin ji bo rewşa bajêr ji kontrolê dernekeve, ji bilî dirustkirina nexweşxaneyeke meydanî û dabînkirina tevahiya pêwîstiyên çareserkirina pêketiyên bi Koronayê, dest bi kampîneke berfireh a alîkarkirina bi xelkê hejar re kirine.
Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê kesên xwebexş û dewlemend destpêşxerî kirine û hewla rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona li bajarê xwe didin, ku di 12 rojan de nexweşxaneyeke meydanî dirust kirine û tevahiya kelûpelên tenduristî û pêwîstiyên xweparêziyê jê re dabîn kirine.
Tenê li Mehabadê, kesên xwebexş û dewlemend zêdetir ji 5 milyar Temen ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona kom kirine. 3 kampînên cuda ji bo xerckirina wan pereyan ragihandine, ji aliyekî mask û dermanên pakirina destan dabîn dikin, ji aliyekî din ve jî xwarin û pêwîstiyên rojane ya xelkê hejar amade dikin.
Her çend e li parêzgeha Ormiyê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona hezar kes derbas kiriye, lê li Mehabadê heta niha 64 kes hilgirên wê vîrusê hatine tomarkirin, jê 5 kesan jî canê xwe jidest dane.
Lê çalakvan û dewlemendên Mehabadê dibêjin, ew naxwazin rewşa bajarê wan ji kontrolê derkeve û hemû hewlên xwe didin ji bo bajarê xwe biparêzin.