Rêveberiya Xweser ji egera belavbûna Korona, rêjîma Sûriyê tometbar dike

Rêveberiya Xweser berpirsatiya belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê dixe stûyê desthilatên rêjîma Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser berpirsatiya belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê dixe stûyê desthilatên rêjîma Sûriyê.

Desteya Tendurisiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatên rêjîma Sûriyê pabendî rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona nabe û welatiyan bêyî ku testên pêwîst ji wan re bên kirin, ji firokxaneya Qamişlo derdixîne û derbasî herêmên wan dike.

Desteya Tenduristiyê ragihand, rêjîma Sûriyê naxwaze hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike û bi kiryarên xwe yên şaş jiyana welatiyan dixe metirsiyê.

Rêveberiya Xweser roja 23ê Adarê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya derketina derve li Rojavayê Kurdistanê ragihandibû û piştre jî bo heyama 15 rojan dirêj kiribû. Herwiha hemû deriyên sînorî jî girtine û tenê firokxaneya Qamişlo vekirî maye, ku welatî ji deverên din ên Sûriyê derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê dibin.

Heta niha li Rêveberiya Xweser ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona tomar nekiriye, lê desthilatên rêjîma Sûriyê pêketina 19 kesan tomar kiriye, lê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, amarên belavbûna Korona gelekî ji wan zêdetir in.

 

S. B