Serok Barzanî: Teroristên DAIŞî xwe rêk xistine û gefeke berdewam in
Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva bûrî li ser hêzên Pêşmerge li Kuleco, ku du Pêşmerge şehîd bûn de peyamek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva bûrî li ser hêzên Pêşmerge li Kuleco, ku du Pêşmerge şehîd bûn de peyamek belav kir û tê de ragihand, Ev cure êrîşê belgeyeke ron e li ser wê, ku teroristên DAIŞê xwe rêk xistine û gefeke berdewam in li ser ewlehî û jiyana welatiyan.
Di peyama Serok Barzanî de hat, bi mixabiniyeke mezin şeva bûrî ji encama êrîşeke teroristan li ser çeperên Pêşmerge û rûbirûbûna hêza Pêşmerge û teroristên DAIŞê de li sînorê bajarokê Kuleco li Germiyanê, du Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pênc Peyade ya Wezareta Pêşmerge bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkiyo Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.
Serok Barzanî dibêje: Pirse û serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên şeva bûrî ya Koleco dikim û xwedêyê mezin sebir û aramiyê bi her aliyekî bibexişe.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de radigihîne: Ev cure êrîşê belgeyeke ron e li ser wê, ku teroristên DAIŞê xwe rêk xistine û gefeke berdewam in li ser ewlehî û jiyana welatiyan. Her ji ber wê jî, pêwîst e jinavbirin û rîşekişandina terorê wek pêşîneyeke sereke ya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan bimîne.
S. B