Hewlêr.. 6 kesên din bi Korona ketine
Li bajarê Hewlêrê 6 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Hewlêrê 6 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketin.
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 6 haletên pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.
Wezaretê diyar kir jî, ew peketiyên nû ji yek malbatê ne (dê, bav û 4 zarokan in), hemû jî virus ji pêketiyên herdu taziya taxa Karîzanê vegirtine.
Du şînên miriyan li taxa Karêzanê hatibûn danîn, piraniya haletên pêketina bi Korona li Hewlêrê hatine tomarkirin jî, vîrus ji wan herdu taziyan vegirtine.
Bi vî awayî, heta niha li bajarê Hewlêrê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 158 kesan, ku piraniya haletan jî virus ji herdu şînên miriyan ên taxa Karêzanê vegirtine.
Li sernaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kes bi Koronayê ketine bû 309 kes, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 119 kes jî baş bûne.
S. B