Efrîn.. Çekdaran riya hesin jî dizîn
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine tevahiya riya hesin a trênê vekirine dizîne. Herwiha 3 welatiyên Kurd jî ji gundekî Efrînê revandine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine tevahiya riya hesin a trênê vekirine dizîne. Herwiha 3 welatiyên Kurd jî ji gundekî Efrînê revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar hesin û dîrekên textî yên riya hesin a trênê ku dirêjahiya wê zêdetir ji 61 kîlometroyan e vekirine û dizîne û wek xurde firotine bazirganên Tirkiyê.
Riya hesin a trênê di sala 1911 - 1913an de ji aliyê Almanyayê ve hatibû dirustkirin, dirêjahiya wê jî ji westgeha Qitmê û ta westgaha Meydan Ekbesê 61 kîlomrtro ye.
Ji aliyekî din ve wê rêxistina mafên mirovan da zanîn, grûpa çekdar a bi nave Polîsa Medenî avêt ser gundê Behdîna yê navçeya Reco û 3 welatî Mustefa Mihemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş û Mihemed Xelîl Şaban revandin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ve, ji bilî kuştin û revandina welatiyan, dizî û tankirina mal û milkên xelkê, guhartina demografiya Efrînê, dizî û wêrankirina cihên dîrokî, riya hesin jî dizîne.
S. B