Çekdaran 6 welatiyên Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine, 6 welatiyên din bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine, 6 welatiyên din bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Medenî avêt ser gundê Kotana yê navçeya Bilbilê û bi armanca standina pereyan ji wan 5 kes revandin.
Kesên hatine revandin: mamosteyê dibistanê Ebdilrehman Mustefa Elo, mamosteya dibistanê Samiye Elo, melayê mizgeftê Reşîd Mustefa Îbo, kalemêrê 82 salî Mustefa Ehmed Îbrahîm û melayê mizgeftê yê 80 salî Ebdulhemîd Şêxo ne.
Wê rêxistinê diyar kir jî, wê grûpê ji 3 kesên din ji ber ku nexweş in nerevandin, lê ji wan xwastin li pêş dadgehê amade bin.
Grûpên çekdar her kesê ku berê di dezgeh yan saziyeke Rêveberiya Xweser de kar kiribe, direvîne û bi bihaneya rewşa wî çareser dikin, bireke mezin ji pereyan jê destinin
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, grûpa çekdar a bi navê Esayişa Siyasî diktorê endezyar Fehmî Ebdo ku di Odeya Endezyarên Efrînê de kar dike, revand.
Her îro û di raporteke pêştir de, rêxistina mafên mirovan ragihandibû, grûpa çekdar a bi nave Polîsa Medenî 3 welatî Mustefa Mihemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş û Mihemed Xelîl Şaban ji gundê behdîna revandine.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ve, bi hezaran welatiyên Efrînê bi hatine revandin.
S. B