Tomarkirina 828 haletên nû yên mirinê bi Vayrosa Koronayê li nexweşxaneyên Birîtaniya
Desthelatdarên Tenduristîya Birîtaniya, evro Çarşembîyê ragehandin, 828 haletên nû yên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li nexweşxaneyên Birîtaniya hatin tomarkirin û hejmara giştî ya mirîyan bi sedema Koronayê li wî welat gehişte 6,483 haletan.
K24- Hewlêr

Desteya Tenduristîya Nîştîmanî got: 46 kes ji wan 828 kesan berê ti nexweşî nebûne, herweha temenên wan jî di navbera 35 û 96 salan bûn e.
wek lêkoleran gotin, Birîtaniya kete di qonaxa herî dijwara teşenekirina Vayrosê, di heman dem de gengeşeyeke mezin jî heye ka kengê rêkarên kerentînekirina giştî dê bihête rakirin.
Heya sipêdaya evro Çarşembîyê, hejmara tûşbûyên Koronayê li cîhanê 1,444,000 derbaz kir û ji wan zêdetir 83 hezaran mirine û zêdetir ji 309 hezaran jî çêvebûne.