Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya yekemîn civîna Komîteya Bilinda Cîbicîkirina Yasa ya Çaksazîyê dike
Evro, Çarşembêyê, 8/4/2020, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya Vîdyo Konfiransê ve, serperiştî ya yekemîn civîna Komîteya Bilinda Cîbicîkirina Yasa ya Çaksazîyê kir. Piştî ku peyrewa cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê di civîna Civata Wezîran de hat pesindkirin û li rojnameya Weqayi a Kurdistanê jî hat belav kirin.
K24- Hewlêr

Di civînê de, Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê û wezîrên peywendîdar pişikdar bûn. Gotûbêjê derbarê mîkanîzim û çarçove ya yasa ya cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê hate kirin.
Serokê hikumetê, bi navê Civata Wezîran, tekez li ser wê yekê kir, ku encamdanda çaksazîyê pişkeke giringe ji karnameya kabîneya nehema hikumeta Herêma Kursdistanê û armanc ji cîbicîkirinê yasa ya çaksazîyê bi destvehînana dadperwerîyê û hejîbûnê ye û divê hemû bwar û sêkteran vegire. Dabînkirina maf û imtîyazatên mûçexorên rasteqîne û hejî, armanca me ya serekîye.
Dûv re wezîrên peywendîdar raportên taybetîyên xwe derbarê cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê pêşkeşkirin. Komîteya Bilinda CêbicîKirina Yasaya Çaksazîyê raporta wezaretan pesind kir û tevaya wezaret û alîyên negirêdayî bi wezaretê hatin raspartin bo pêkhînana komîteyên neserekî û destbikarbûna wan bi zûtirîn dem di çarçoveya made û movkên yasa ya Çaksazîyê.