Nêçîrvan Barzanî: Pêşwazîyê li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikîn
Di ragehandinekê de Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand, pêşwazîyê li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikîn bo posta serok wezîrên hikumeta fedralî ji alîyên hêzên sîyasîyên pêkehate ya Şîeyan.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand, pêşwazîyê li kandîdkirina Mistefa Kazimî dikîn bo posta serok wezîrên hikumeta fedralî ji alîyên hêzên sîyasîyên pêkehate ya Şîeyan.
Deqa wê ragehandinê:
Ev rewşa sext û dijwara welatê me yê ezîz têda derbas dibe, ji me hemûyan dixwaze nakokiyên xwe deynîn aliyek, her çi zûtire li ser mekanîzmeke ji bo pêkanîna Hikûmeta Federalî li gor destûr û li ser bingeha pêkhatin û sazanekî rastîn rêkbikevîn ku aramî û şiyana hikûmetê li bi cîhkirina erkên xwe da mîsoger bike. Girîngtirîn erk jî li vê qonaxê da, rûbirûbûna wan metirsî û qeyranane ku rastî Iraqê bûne.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê li nêrîna baweriya bi aramiya siyasî û emnî ya Iraqê û amadeye ji bo karê ciddî bike. Bi wê navê da jî pêkanîna hikûmeta nû bi piştevaniya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dizane. Li vê çarçoveyê de pêşwaziyê li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî ya ji bo posta Serok Wezîrê Hikûmeta Federalî dikîn ku ji aliyê hêzên siyasiyên pêkhata Şîe ve hatiye destnîşankirin. Daxwaz ji hemû aliyek jî dikîn piştevaniyê bikin heta bi zûtirîn dem erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.
Xwedayê mezin piştevanê me bê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Çarşem
08.04.2020