Îraqê amara evro ragehand

Di beyannameyekê de, wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand, di dema 24 demjimêrên bûrî de, li seranserê Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, pişkinîn bo 2,083 kesan hatîye encamdan, ji evê hejmareyê jî, 83 haletên erênî yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin bi vî awayî:

 K24- Hewlêr

Bexda: 25 Halet.

Necef: 24 Halet.

Silêmanî: 1 Halet.

Hewlêr:20 Halet.

Kerbela: 3 Halet.

Kerkûk: 1 Halet.

Zîqar:11 Halet.

Besra: 5 Halet.

Her li gor wê beyannameyê, 4 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane, bi vî awayî:

2 halet li Bexda.

2 halet li Besra.

Wek Wezareta Tenduristîya Îraqê amaje kirîye, di van 24 demjimêrên burî de, 79 kes be temamî ji evî derdî çêvebûn e bi vî awayî:

Bexda: 33 halet.

Necef: 15 Halet.

Silêmanîyê: 7 Halet.

Hewlêr: 2 Halet.

Duhok: 5 Halet.

Kerbela: 8 Halet.

Kerkûk: 4 Halet.

Besra: 5 Halet.

Dawî amara Wezareta Tenduristîya Îraqê amaje bi wê yekê dike, ku heya niha hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, 1,202 halet in û ji evê hejmareyê 69 kesan canê xwe ji dest dane û hevdem 452 kes jî bi temamî ji wê Vayrosê çevebûne.