Li Hewlêr, Derbedîxan û Helebce 10 tûşbûyên Koronayê çêvebûn

Li Hewlêr, Derbendîxan û Helebce 10 tûşbûyên Vayrosa Koronayê çêvebûn û vegerîyan malên xwe.

K24- Hewlêr

Li Hewlêr, Derbendîxan û Helebce 10 tûşbûyên Vayrosa Koronayê çêvebûn û vegerîyan malên xwe.

Di ragehandinekê de, ku wêneyeka wê hatîye şandin bo Kurdistan24, Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 6 kesên din ji tûşbûyên Koronayê li Hewlêrê çêvebûn e.

Di wê ragehandinê de hatîye, ew kesên hanê piştî ku bi dûv hev re pişkinîn ji wan re hatîye encamdan û encam her nerînî bûn e, biryar hate dan ew 6 kes bihên vegerandin bo malên wan.

Xuya jî kir, li Hewlêrê hejmara tevaya haletên çêvebûnê gehişte 28 kesan.

Her di evê çarçoveyê de, Dr. Sazan Îbrahîm, rêvebera Tenduristîya qezaya Derbendîxanê ragehand, 3 tûşbûyên Koronayê çêvebûne û tenê 11 tûşbûyî li nexweşxaneyê mane û çareserîyê werdigirin.

Rêvebera Tenduristîya Derbendîxan ragehand jî, tavaya hejmara tûşbûyan li wê qezayê gehiştîye 19 kesan.

Li bajarê Helebce jî, yekem haleta çêvebûnê ji Koronayê hate tomarkirin.