Perlemantarên PDKyê mûçeyên xwe dibexşin

Perlemantarên Firakisyona Partîya Demokrarata Kurdistanê (PDK) di ragehandinekê de, wan biryarek bi hev re dane ku mûçeyên xwe bo harîkarîya xelkî terxan bikin.

K24- Helêr

Perlemantarên Firakisyona Partîya Demokrarata Kurdistanê (PDK) di ragehandinekê de, wan biryarek bi hev re dane ku mûçeyên xwe bo harîkarîya xelkî terxan bikin.

Deqa ragehandina Firakisyona PDKyê di perlemana Kurdistanê de:

Di destpêka hatina Koronayê, me daxzwaz ji tevaya hevalên xwe kir,  ku li deverên xwe, bê cudahî harîkarîya xelkî bikin û li gel Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî xwebexiş harîkar bin.

Sube, li gel hatina mûçeya perlemanê, Firakisyona PDKyê, me her 45 hevalan biryar da mûçeyên xwe bidîn Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, daku harîkarîya hejaran pê bike.

Em hemû bi hev re, dest di nav dest de, evê kirîzê dê derbaz bikîn. Supas bo hikumetê û hemû ew alîyên di erk de ne dijî nexweşîya Koronayê û şev û roj kar dikin û bi hev re, evê rewşê derbaz dikîn.

Firakisyona PDKyê di Perlemana Kurdistanê de

8/4/2020