Wezareta Xwîndina Bala daxwaz kir zanko û peymangehên Herêmê xwe amade bikin bo xwîndina (On Line)
Evro Çarşembîyê 8/4/2020 Civta Wezareta Xwîndina Bala û Lêkolînên Zanistî bi amadebûna serokê Civatê, Dr. Aram Mehemd Qadir civîna xwe bi şêwaza (On line) Encamda.
K24- Hewlêr
Evro Çarşembîyê 8/4/2020 Civta Wezareta Xwîndina Bala û Lêkolînên Zanistî bi amadebûna serokê Civatê, Dr. Aram Mehemd Qadir civîna xwe bi şêwaza (On line) Encamda.
Yek ji tewerên wê civînê, tabet bû bi lêkolînê li bijarteyên li pêşîya zankoyên Kurdistanê bo paraztina piroseya xwîndina sala 2019-2020. Bo evê mebestê jî tevaya zankoyên hikumetê û zanku û peymangehên taybet, raportên xwe pêşkeş bi Civata Wezaretê kiribûn derbarê amadekarîyan. Piştî nirxandina wan raportên sazîyên hikumî û taybet û piştî gotûbêjeka hûr , civata Wezareta Xwîndina Bala û Lêkolînên Zanistî hejmareka biryaran derxist.
Di wan biryaran de diltenahîyê dide xwîndkaran ku ev sala xwîdnina wan bi belaş naçe û bi li berçavgiritina rewşê rêkarên zanistî digirine ber bo paraztina piroseya xwîndinê.
Herweha biryar hate dan zanko berdewam bin di amadekarîyên xwe de, ji bo wê yekê, eger heya 2/5/2020 xwîndin asayî destpê neke, wê demê xwîndina elikitronî bi şêwaza (palpiştîkarî) destpêdike bi armanca temamkirina wê pişka mayî ji pirograma xwîndina ev sal.