Li Hewlêrê kesekî din bi Korona ket

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê kesekî nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê kesekî nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ket.

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê haleteke nû ya pêketina bi virusa Korona hat tomarkirin.

Wezaretê diyar kir jî, ew pêketiyê nû, jineke 38 salî ye û rûniştvana gundê Kanî Genî ye.

Li sernaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 311 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 119 kes jî baş bûne.

 

S. B