Li Hewlêrê kesekî din bi Korona ket
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê kesekî nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê kesekî nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ket.
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê haleteke nû ya pêketina bi virusa Korona hat tomarkirin.
Wezaretê diyar kir jî, ew pêketiyê nû, jineke 38 salî ye û rûniştvana gundê Kanî Genî ye.
Li sernaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 311 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 119 kes jî baş bûne.
S. B