Ednan El Zurfî bi fermî xwe ji pêkanîna Hikûmeta Iraqê vekişand
Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî bi fermî xwe ji wî erkî vekişand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî bi fermî xwe ji wî erkî vekişand.
Ednan El Zurfî ku roja 17ê Adarê ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, îro di daxuyaniyekê de bi fermî xwe ji wî erkî vekişadnd.
Ednan El Zurfî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî dixwast erkê xwe bicih bîne û Iraqê ji pirsgirêkên wê rizgar bike û aramancên Iraqiyan bicih bîne û aramiyî vegerîne, lê ji ber sedemên navxweyî û derveyî, ew xwe ji vî erkî vedikişîne.
Got jî: Divê hikûmeta Iraqê bi riya tewafiqê were pêkanîn û Parleman jî deng bide wê.
Vekişandina Ednan El Zurfî di demekê de ye, hêzên Şîe li ser kandîdkirina Mustefa Kazimî lihev kiribûn, Kurd û Suneyan jî piştevaniya xwe wî kandîdî re ragihandibûn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî û bi riya daxuyaniyeke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, piştevaniya xwe ji Mustefa Kazimî re derbirîbû.
S. B