Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji Mustefa Kazimî re ragihand
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de piştevanî li Serokwezîrê raspêrdayî Mustefa Kazimî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de piştevanî li Serokwezîrê raspêrdayî Mustefa Kazimî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî bi raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Mustefa Kazimî re, piştevaniya xwe jê re derbirî.
Di pêwendiya telefonî de, Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir, ku bi hev re kar bikin ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê çareser bikin.
Îro bi fermî Mustefa Kazimî bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hat raspardin, ew jî piştî ku Ednan El Zurfî lêborîna xwe ji wî erkî xwast.
S. B