Mustefa Kazimî bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê hat raspardin
Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi fermî Mustefa Ebduletîf Kazimî bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspard.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi fermî Mustefa Ebduletîf Kazimî bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê raspard.
Îro piştî raspêrdeyê berê yê bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî bi fermî xwe ji wî erkî vekişand, Mustefa Ebduletîf Kazimî hat raspardin.
Vekişandina Ednan El Zurfî di demekê de ye, hêzên Şîe li ser kandîdkirina Mustefa Kazimî lihev kiribûn, Kurd û Suneyan jî piştevaniya xwe wî kandîdî re ragihandibûn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî û bi riya daxuyaniyeke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, piştevaniya xwe ji Mustefa Kazimî re derbirîbû.
S. B