Hejamreka endamên pelemana Îranê daxwaza gazîkirna balyozê Çînê dikin

Hejmareka endamên Perlemana Îranê daxwazkirin, balyozê Çînê li Teharanê bihête gazîkirin derbarê dawî bersiva wî li ser Tiwîterê û ew berisv bi hevdij li gel rêsayên dîplmasîyê dan zanîn.

K24- Hewlêr

Hejmareka endamên Perlemana Îranê daxwazkirin, balyozê Çînê li Teharanê bihête gazîkirin derbarê dawî bersiva wî li ser Tiwîterê û ew berisv bi hevdij li gel rêsayên dîplmasîyê dan zanîn.

Balyozê Çînê, tiwîtek belavkiribû  û bersiva Kîyanûş Cihanpûr, gotebêjê wezareta tenduristîya Îranî dabû ku guman xistibû ser rastîya zanyarî û amarên Pikîn pêşkeş dike derbarê vayrosa Koronayê.

17 endam perlemananê nameyek arasteya wezêrê derve yê Îranê, Mehemed Cewad Zerîf kirin û têde daxwazkirin gazî balyozê çînê bike û herweha ji Zerîf xwaztin çavdêrîyeka zêdetir bixe ser helwêstên ku Mûsewî derdibire.

Elî Mutehirî, ku Endamekê dîyare di perlemana Îranê de, got: Pêwîstîyên abûrî yên Îranê bi Çînê, Îran naçar kir, bêdeng be ji wê zora li musilmanan dihête kirin li wî welatî.

Herweha got: Nabe rûbirûbûna me li gel Emerîka, me bike dûvelankê Çînê, daxwaz jî kir, balyozê Çînê bihête gazîkirin û bersiva wî bihête dan.