Li Çemçemal 4 kesên din tûşî koronayê bûn

Wezareta hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên hejmareka din yên pişkinînan ragehand û aşkera kir, 4 kesên din li Çemçemal tûşî Koronayê bûn e.

K24- Hewlêr

Wezareta hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên hejmareka din yên pişkinînan ragehand û aşkera kir, 4 kesên din li Çemçemal tûşî Koronayê bûn e.

Di ragehandine Wezareta Tenduristîyê de, ya taybet bi encamên pişkinînan, hatîye, 4 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku sê zelam in û yek jin e û hemû jî rûniştvanên qeza ya Çemçemal in û berketîyên tûşbûyên berê ne.

Hevdem Dr. Sebah Hewramî, di ragehandinekê de, aşkera kir ku tûşbûyekê dî ji Vayrosa Korona ya Nû li Silêmanîyê çêvebû ye.

Di wê ragehandinê de hatîye, Piştî çavdêrîyê û çareserîyê; kesekê dî yê tûşbûyî bi Koronayê li Silêmanîyê çevbûye û vegerîya mala xwe.

Xuya jî kir, heya niha tevaya hejmara çêvebûyan li sinûrê Silêmanîyê 95 kes in.