Li Hewlêrê 9 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê 9 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Li bajarê Hewlêrê 9 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketin.

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 9 haletên nû ya pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.

Wezaretê diyar kir jî, ew pêketiyê nû, 6 jin û 3 peya ne û rûniştvanên taxên Şêx Ehmed, Mamosteyan û gundê Korî ne, 7 ji wan virus ji pêketiyên taziya taxa Karêzanê vegirtine.

Li sernaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 324 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 136 kes jî baş bûne.

 

S. B