Li Herêma Kurdistanê Qedexeya hatinûçûnê hate dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê haya 16/4/2020 dirêj kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê haya 16/4/2020 dirêj kir.

Wezareta navxwe belav kirîye, qedexeya hatinûçûnê di navebera Parêzgehan de û li nav bajaran heya demjimêr 12 yê şeva 16yê evê mehê hate dirêjkirin.

Li gor wê ragehandinê, Wezareta Navxwe, hatinûçûna pîyadeyan qedexe ye ji bilî haletên dabînkirina pêdawîstîyên rojane û haletên nexweşîyê, ewên pabend jî nebin dê bihên sizadan.