Pêketina jinekê bi vîrusa Korona li Silêmaniyê hat tomarkirin

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêktina haleteke nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêktina haleteke nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Silêmaniyê ragihand.

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketine haleteke nû li bajarê Silêmaniyê hat desnîşankirin, ku jineke 65 salî ye.

Bi vî awayî, li sernaserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 325 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 136 kes jî baş bûne.

 

S. B