Li Kerkûkê 6 pêketiyên bi Korona baş bûne

Rêvebirê Beşê Tenduristiyê ya Kerkûkê ragihand, 6 pêketiyê bi vîrusa Korona bi temamî baş bûne û ji nexweşxaneyan derketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Beşê Tenduristiyê ya Kerkûkê ragihand, 6 pêketiyê bi vîrusa Korona bi temamî baş bûne û ji nexweşxaneyan derketin.

Rêvebirê Beşê Tenduristiyê ya Kerkûkê Dr. Sebah ji K24ê re diyar kir, 5 ji 6 kesên ji vîrusa Korona baş bûne, endamên yek malbatê ne.

Heta niha li Kerkûkê 24 kes bi virusa Korona ketine, 16 ji wan 16 kesa baş bûne û vgeriyane malên xwe, kesekî canê xwe jidest daye û 7 kesên din jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

 

S. B