Hikûmet daxuyaniyekê derbarê keysê Mustefa Selîmî de belav dike

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê keysê radestkirina Mustefa Selîmî de radigihîne, Hikûmeta Herêmê ne agahdarî wê babetê ye û heger tiştek rû dabe, ew bê agahdariya Hikûmetê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniya xwe de ragihand, gelek kenal behsa wê yekê dikin ku welatiyekî xelkê Seqizê yê bi navê Mustefa Delîmî berê xwe daye Herêma Kurdistanê û li sînorê Pênciwînê asayişê ew radestî Îranê kiriye. Hikûmeta Herêma ne agahdarî wî babetê ye û heger tiştekî wiha rû dabe, ew bê agahdariya Hikûmeta Herêmê ye.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo pêdaçûna di wê babetê de, Birêz Serokê Encûmena Wezîran ferman daye, komîteyeke lêkolînê pêk bê.

Girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mustefa Selîmî, ku ligel 70 zîndaniyên din ji zîndana Seqizê reviyabûn, piştî ku hatin destserkirin, îro hatibû bidarvekirin.

Mustefa Selîmî bi tometa “dijayetiya xwedê” û endamê partiyeke siyasî ya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, sizaya bidavekirinê lê hatibû birîn.

S. B