Mesrûr Barzanî: Kurdistan ji kevin de warê pêkvejiyana olî ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Qiyametê, pîrozbahî li xwişk û birayên Mesîhiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Qiyametê, pîrozbahî li xwişk û birayên Mesîhiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike û radigihîne, Kurdistan ji kevin de warê pêkvejiyana olî bûye.
Di peyaman Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: “Bi boneya cejna Qiyametê, pîrozbahiyê li xwişk û birayên Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im xwedêyê mezin rojî û laveyên we qebûl bike û di keşeke xêr û xweşî de rojên cejnê pîroz bikin”.
Serokê Hikûmetê tekez dike: “Kurdistan her kevin de ware pêkvejiyana olî bûye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabendbûna xwe bi berevanîkirin û parastin û girîngîpêdana bi kultura pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê dupat dike”.
Di dawiya peyamnê de hatiye: “Ev cejn hevdem e bi belavbûna petaya Koronayê û ew rewşa dijwar a Herêma Kurdistanê û tevahiya cîhanê girtiye. Bi bê boneyê, daxwaz ji welatiyên xweşewîst dikim, bi pabendbûna bi rêkarên xweparastinê û rênimayên tenduristiyê berdewam bin”.
S. B