Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistan ji hemû pêkhateyan re warê pêkvejiyanê dimîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Qiyametê peyamek belav kir û pîrozbahî Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Qiyametê peyamek belav kir û pîrozbahî Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de belav kir: “Bi boneya cejna Qiyametê, pîrozbahiyê li tevahiya xwişk û birayên Mesîhî li Herêma Kurdistanê. Iraq û cîhanê dikim, hêvîdar im ev cejn bi xwe re selametî ji tevahiya mirovatiyê bîne û ji petaya Korona û hemû derd û nexweşiyekê dûr û parastî bin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Îsal cejna Qiyametê di demekê de tê, ku wek tevahiya cîhanê, Herêma Kurdistanê jî ji ber petaya Korona di rewşeke diwar de ye û ji bi selametiya hemû aliyan, dibe em hemû pabendî rênimayên tenduristiyê bin û li malê bimînin”.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike: “Wek herdem Herêma Kurdistanê ji hemû pêkhateyên olî û netewî re warê pêkvejiyan, lêborîn, hevqebûlkirin û firehrengiya olî û netewî dimîne û hemû bi hev re kar dikin bo kûrkirina vê kultura ciwan a Kurdistanê û wê diparêzin”.

 

S. B