Wezareta Tenduristiyê amarên 24 demjimêrên bûrî yên Korona ragihandin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona belav kirin.
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (6850) kes li (33) cihên cuda bûn. Niha tenê (1222) kes di kerentînê de mane, (741) kes li Hewlêrê, (46) kes li Silêmaniyê, (356) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germiyan, (22) li Raperînê. (5628) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (19) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişknîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (905) pişknîn hatin kirin, (418) li Hewlêrê, (185) li Silêmaniyê, (302) li Duhokê.
Derencam (1) pêketiyên nû hatin tomarkirin:
Li Parêzgeha Silêmaniyê (1) jineke (65) salî ya rûniştvana bajarê Silêmaniyê hat tomarkirin, ku piştî hilgirtina çend nexweşiyên din û mana li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.
3- Amerên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (325) kes in, jê (4) haletên mirinê hene û (145) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.
S. B