Li Herêma Kurdistanê 5 haletên din ên pêketina bi Korona hatin tomarkirin

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêktina 5 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêktina 5 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Silêmaniyê ragihand.

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketina kesên nû bi vîrusa Korona li Hewlêr û Silêmaniyê hatin desnîşankirin.

Wezaretê diyar kir, 3 jin û peyayekî li parêzgeha Silêmaniyê hatin tomarkirin, ku rûniştvanên nava bajarê Silêmaniyê, Çemçemal û Bazyan in.

Da zanîn jî, kesê 5em jî peyayekî bajarê Hewlêrê ye.

Bi vî awayî, li sernaserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 330 kesan, ji nava wan jî 4 kesan canê xwe jidest dane û 134 kes jî baş bûne.

 

S. B