Li Kerkûkê kesekî bi Koronayê canê xwe jidest da
Rêvebirê Tenduristiya Kerkûkê ji K24ê re ragihand, pêketiyekî bi vîrusa Korona canê xwe jidest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiya Kerkûkê ji K24ê re ragihand, pêketiyekî bi vîrusa Korona canê xwe jidest da.
Rêvebirê Tenduristiya Kerkûkê Ziyad Xelef ji K24ê re ragihand, kesekî temenê wî 65 salî li nexweşxaneya Navenda Çareseriya Korona canê xwe jidest da.
Rêvebirê Tenduristiya Kerkûkê şeva bûrî jî ji K24ê re ragihandibû, 5 haletên nû ên pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.
Heta niha 23 kes li Kerkûkê bi vîrusa Korona ketine û ji wan 10 kesa baş bûne û ev haleta duyem a mirinê ye.
S. B