Li Efrînê 3 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine 3 welatiyên Kurd revandin, çarenivîsa 2 kesan ji wan ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine 3 welatiyên Kurd revandin, çarenivîsa 2 kesan ji wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar roja 9ê Nîsanê kesê bi navê Husên Cemîl Qere li rêbenda nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim revand û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Ragihand jî, li rêbenda taxa Mehmûdiyê jî çekdaran kesê bi navê Beşar Emîn ji roja 6ê Nîsanê ve revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Wê rêxistina mafên mirovan da zanîn jî, grûpên çekdar ji roja 2ê Nîsanê ve welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Mihemed ji navçeya Bilbilê binçav kir û piştî standina 300 hezar Lîre Sûrî ji malbata wî, ew berdan.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û heta niha bi hezaran welatî hatine revandin.
S. B