Li Îranê hejmara mirina bi Koronayê zêde dibe

Li Îranê di 24 demjimêrê bûrî de 117 kesan bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê di 24 demjimêrê bûrî de 117 kesan bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanoş Cihanpor ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 657 kes bi vîrusa Korona ketine û 117 kesan jî canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine li Îranê gihîştiye 71 hezar û 686 kesan û bi tevahî 4 hezar û 474 kesan jî canê xwe jidest dane.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê da zanîn, heta niha 43 hezar û 894 kesan jî ji vîrusa Koronayê baş bûne.

Li gor amarên li Rojhilatê Kurdistanê jî, heta niha li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 4 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û nêzîkî 375 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

 

S. B