Mezlûm Ebdê supasî ya serokê Herêma Kurdistanê dike
Mezlûm Ebdê, fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) supas û stayîşa serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kir bo harîkarîkrina wan û şandina dû alavên taqîgehî yên taybet bi pişkinîna Koronayê bo rojavaya Kurdistanê.
K24- Hewlêr

Di tiwîtekê de, Mezlûm Ebdî, di hejmara xwe de, li tora civakî ya Tiwîterê, nivîsîye: Tevaya supas û pêzanînên me bo serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo bersivdana wî a bilez û bexişindane ya daxwazîyên me û şandina dû alavên pizîşkî yên taybet bi pişkinîna Koronayê û hewlên wî bo şandina alavên zêdetir bi mebesta piştîvanîkirina me ji bo nehêştina derde Koronayê.