Li Hewlêrê 11 tûşbûyên Koronayê çêvebûn
Di ragehandinekê de, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 11 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê bi temamî ji wî derdî çêvebûn û vegerîyan malên xwe.
K24-Hewlêr
Di ragehandinekê de, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 11 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê bi temamî ji wî derdî çêvebûn û vegerîyan malên xwe.
Di ragehadina Rêveberîya Giştî ya Tenduristî ya Hewlêrê hatîye, hevwelatîyên bajarê Hewlêrê agahdar dikîn ku 11 nexweşên tûşbûyî bi Vayrosa Korona ya (KOVID-19) piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî çêvebûne û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye. Pişkinînên taybetên bi dûv hev re bo wan hate kirin û encam her nerênî derketin, lew biryar hate dan vegrin malên xwe.
Herweha hatîye: Hejmara tevaya çêvebûyan li Hewlêrê gehişte 52 kesan.