Wezareta Tenduristîyê amara 24 demjimêrên burî ragehand
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 48 a evro Yekşembîyê, 12yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 330 kesan û di nav wan de 4 kes mirin e û 149 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 48 a evro Yekşembîyê, 12yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 330 kesan û di nav wan de 4 kes mirin e û 149 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 48
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,932) hevwelatî bûn di 32 cihên cuda de. Niha tenê (1,226) hevwelatî di kerentînan de man e, (712) li Hewlêrê, (47) li Silêmanîyê, 392) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (18) jî li Raperîn. (5,706) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (101) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,002) pişkinîn hatin encamadan. (512) li Hewlêrê, (184) li Silêmanîyê û (360) jî li Duhokê.
Di encam de, (5) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
- Li Parêzgeha Hewlêrê: (1) Erênî, ku zelamekê temen (27) salî ye, rûniştvanê bajrê Hewlêrê ye û berketîyê tûşbûyên berîye.
- Li Parêzgeha Silêmanîyê: (4) erênî, ku 3 jinêntemen (20,25, 15) salî ne, li gel zelamekê temen 25 salî ku berketîyê tûşbûyên berê ne.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (330) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (149) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê