Teqînek li Qeretepe rûda û kuştîyek û 3 birîndar hene
Teqînek li Qeretepe rûda û bi sedema wê kesek hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn û birîna dû ji wan girane.
K24- Hewlêr
Teqînek li Qeretepe rûda û bi sedema wê kesek hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn û birîna dû ji wan girane.
Nûçegehanê Kurdistan 24 li Germîyan ragehand, teqînek di nav yarîgeheka bajarokê Qeretepe rûda û di encam de, kesek hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Nûçegehanê Kurdistan24 got jî, ew teqîn bi rê ya bombekê bûye û heya niha polîsan ti zelalkirin derbarê wê teqînê nedane.
Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, deverên Kurdistanî yên derveya rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê bûne metirsîdartirîn cihên Îraqê, ew jî bi sedema duristbûn valahîya ewlekarîyê piştî vekişana hêzên Pêşmerge li wan deveran. Ev yek jî weha kirîye livîna Daişê li beranber hevwelatîyan û hêzên ewlekarîyê rojane di zêdebûne de be.