Ji encama hêrişeka Daişê polîsekê Îraqî canê xwe ji dest da

Çavkanîyekê ewlekarîya Îraqê li sinûrê parêzgeha Kerkûkê ragehand, ji encama hêrişeka çekdarên Daişê bo ser gundê Mensûrîye, li başûrê Rojavaya Kerkûkê, li mîhwera Mela Ebdullah, polîsekê hikumeta Fedral canê xwe ji dest da.

K24- Kerkûk

Nûçegehanê Kurdistan24, derbarê vê yekê got: Çekdarên Daişê xwe di gundekî de veşartine û hêzeka mezina ewlekarîya Îraqê ew çekdar dorpêç kirine.

Her di wê çarçoveyê de, evro, li devera Şêx Baba li sinûrê nahye Celewla, li bakûrê rojhelatê Dîyala hêzên ewlkarîyê dest bi damalîna deverê kir bi armanca derkirina Daişê ji wê deverê.