Li Girê Sipî çekdarekî ser bi Tirkiyê ve bi Korona ketiye

Li Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve bi vîrusa Korona ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve bi vîrusa Korona ket.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, endamekî polîsan  li navçeya Girê Sipî bi vîrusa Korona ketiye û ew û hemû hevkarên wî yên di navendê de jî hatine kerentîkirin.

Encûmena Xwecihî ya Girê Sipî li 2 dibistanên bajêr, navendên kerentînê amade kirine û her kesê gûman lê hebe, tê de tê kerentîkirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di çend rojên bûrî de gûman pêketina bi vîrusa Korona li hejmarek kes û çekdaran hebûye, ji ber wê jî ew hatine kerentîkirin.

Diyar kir jî, navendên tenduristî yên li Girê Sipî û Serokê Kaniyê bûne navendên kerentîkirinê ji pêketiyên ji Tirkiyê derbasî wan bajaran dibin.

Bajarokê Girê Sipî piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ya meha Cotmeha bûrî de, hatiye dagîrkirin.

 

S. B