2 bergûmanên bi Korona ketine gihîştin Qamişlo

2 haletên gûmanlêkirî yên pêketina bi vîrusa Korona gihîştine Firokxaneya Qamişlo ya Navdewletî û ketin kerentînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

2 haletên gûmanlêkirî yên pêketina bi vîrusa Korona gihîştine Firokxaneya Qamişlo ya Navdewletî û ketin kerentînê.

Şaneya Krîzê li Rojavayê Kurdistanê diyar kir, hejmarek ji rêwiyan ji Şama Paytext gihîştin firokeya Qamişlo û tîmên wan test ji wan kesan re kirin, lê ji ber ku desthilatên li firokxaneyê astengî ji wan peyda kirin, ew neçar bûn li rêbenda derveyî firokxaneyê testan bikin.

Şaneya Krîza diyar kir, test ji 28 kesên ji Şamê hatine re hatin çê kirin, ji nava wan 2 kesên ku nîşanên pêketina bi Koronayê li wan diyar bûn hatin destnîşankirin û ji bo navenda kerentînê hatin veguhastin.

Li gor zanyariyan, heta niha nêzîkî 100 kesî gihîştina firokxaneya Qamişlo, lê desthilatên rêjîma Sûriyê ev cara sêyemîn e hin kesan bêyî ku werin pişknînkirin ji firokxaneyê direvîne.

Desteya Tendurisiyê ya Rêveberiya Xweser pêştir di roja 8ê Nîsanê di daxuyaniyekê de desthilatên rêjîma Sûriyê yên li firokxaneya Qamişlo tometbar kiribû, ku hevahengiyê bi tîmên wan ên tenduristiyê re nakin û welatiyan bêyî ku testên pêwîst ji wan re bên kirin, ji firokxaneya Qamişlo derdixîne û derbasî herêmên wan dike.

Heta niha Rêveberiya Xweser ti haleteke pêketina bi vîrusa Korona tomar nekiriye, lê desthilatên rêjîma Sûriyê tometbar dike û wê di ber egera belavbûna wê vîrusê li herêmên Rojavayê Kurdistanê de berpirsyar dibîne.

 

S. B